Pira Dakokê ya navbera Kurdistan û Bexdayê roxiya

Pira Dakokê ya navbera Kurdistan û Bexdayê roxiya

PeyamaKurd – Li Iraqê du roje baran zêde dibare û bû sedema rabûna lehiyê. Lehî bû sedem ku beşekî ji pirê hilweşiya û çûnûhatina navbera Kerkûk û Bexdayê ya erebeyên giran rawestiya. Ragihandina hilweşîna pirê ji aliyê rêvebirê karên pir û rê yê Kerkûkê de, ji aliyê Qasim Hamza de hat ragihandin.

Hamza ragihand ku li ser heman rêyê gelek pir hene lê pira herî mezin ya Dakokê ye, dirêjahiya wê yek km ye û ji bo çûnûhatê gelek girînge. Pir li ser 23 lingan ava bûye, asta avê bilind bûye û zerarê daye 5 lingên pirê.

Piştî hilweşînê alavên baghilgir yên giran nikarin di ser pirê de herin û werin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin