PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di nav 24 demjimêrên borî de 1283 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 23 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.
Wezaretê di daxuyaniya xwe de diyar kir, ji 1283 kesên bi vîrûsa koronayê ketine, 486 kes li Hewlêrê, 232 kes li Silêmaniyê, 65 kes li Germiyanê, 12 kes li Raperînê, 452 kes li Duhokê û 36 kes li Helebceyê ne.
Ji 23 kesên ji ber vîrûsa koronayê mirine jî 6 kes li Hewlêrê, 11 kes li Silêmaniyê, 2 kes li Raperînê, 2 kes li Duhokê û 2 kes li Helebceyê ne.
Herwiha di nav 24 demjimêran de 333 kes baş bûne ku ew jî 146 kes li Hewlêrê, 33 kes li Silêmaniyê, 35 kes li Germiyanê, 2 kes lı Raperînê, 92 kes li Duhokê û 25 kes li Helebceyê ne.
Tevî van amaran li Herêma Kurdistanê hejmara pêketina koronayê gihîşt 70155 kesan, ya mirinan bû 2377 kes û heta niha 40434 kes jî baş bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin