Mîr Salman: Divê mercên avakirina dewletê bên afirandin!

Mîr Salman: Divê mercên avakirina dewletê bên afirandin!

PeyamaKurd- Welîehdê Erebîstana Siûdî Mîr Mihemed Bin Salman got ku divê êrîşên Îsraîlê yên li ser Şerîda Xezayê bê rawestandin.

Televîzyona fermî ya Erebîstana Siûdî El-Îxbariye, axaftina vekirinê ya Mîr Salman a di lûtkeya hevpar a Konseya Hevkariya Kendavê û Yekîtiya Welatên Başûrê Rojhilatê Asyayê (ASEAN) a li paytext Riyadê de weşand.

Hat diyarkirin ku Mîr Salman di axaftina xwe de bal kişand ser rewşa Xezayê û wiha got: "Em bi xemgînî dibînin ku tundûtûjiya zêde ya îro li Xezayê tê dîtin ku sivîlên bêguneh berdêla wê didin."

Li gorî hat ragihandin, Mîr Salman diyar kir ku ew bi her awayî û ji ber her sedemekê hedefgirtina sivîlan red dikin û got, "Divê operasyonên leşkerî yên li Xezayê bên rawestandin û ji bo aştiyeke mayînde ya ku avakirina dewleteke Filistînê garantî dike, divê şert û mercên pêwîst bên afirandin." 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin