Ûkraynayê pistî hêrisên dijwar ên Rûs hêzên xwe yên deverên Xarkovê vekisand

Ûkraynayê pistî hêrisên dijwar ên Rûs hêzên xwe yên deverên Xarkovê vekisand

PeyamaKurd – Artêşa Ûkraynayê ragihand ku ji ber operasyona ku Rûsyayê li dijî herêma Xarkovê dabû destpêkirin, leşkerên Ûkraynayê ji hin deverên vê herêmê hatine vekişandin.

Artêşê da zanîn ku hêzên wan yên li du deverên Lukyantsi û Vovchanskê yên herêma Xarkovê, ji ber rastî topbarana dijwar a artêşa Rûsyayê hatine, ji van deveran hatine vekişandin û li cihên ewle hatine bicihkirin.

Rêveberiya Kîevê di şerê ku ji 2 salan zêdetir e didome de, yekem car e ku bi ferman vekişîna hêzên xwe radigihîne.

Artêşê diyar kir ku hêzên li Lukyantsi û Vovchanskê ji bo ‘parastina canê leşkeran û bergiriya windahiyan’ hatine vekişandin.

Di daxuyaniya artêşê de her wiha dijwariya rewşê hate qebûlkirin û hat gotin ku “Ji dagirkerên Rûs re destûr nehat dayîn ku çeperan bi dest bixin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin