Li Kuçukçekmeceya Stenbolê avahiyek ruxîya: 7 birîndar hatin derxistin

Li Kuçukçekmeceya Stenbolê avahiyek ruxîya: 7 birîndar hatin derxistin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku îro 2yê Hezîranê danê sibehê li navçeya Kuçukçekmece ya Stenbolê avahiyeke 3 qatî rûxiya.

Piştî bûyerê tîmên hawarçûnê û rizgarkirinê çûn cihê bûyerê.

Li gorî daxuyaniya Parêzgarê Stenbolê Davut Gul, ji nav kavilên avahiyê 7 kes hatine derxistin û ew rakirine nexweşxaneyan.

Gul diyar kir, tê nirxandin ku 2 kes hîn di bin avahiyê de mane û xebatên rizgarkrina wan dewam dikin.

Parêzgarê Stenbolê daye zanîn ku ew avahî sala 1988an hatiye çêkirin û di avahiyê de hin kolon hatine birîn ku ev bûye sedema rûxîna avahiyê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin