PeyamaKurd – Ofîsa serokatiya demkî ya dewleta Haîtiyê ji ber şiddeta çeteyên li welat di 7ê Adarê de wexta rewşa awarte dirêj kiribûn lê niha ew ne bese û mehekî dinê jî rewşa awarte dirêj kirin. Sedemê jî ji bo ji nûh de nîzamê tesîs bikin û karibin ewlehiya mirovan temîn bikin nîşan dan.
Di daxwuyaniyê de hat gotin ku wê li payîtext Port-au-Prince li herêma rojavayê welat di navbera seet 06.00 û 19.ooan de qedexeya derketina derve dewam bike û hêzên ewlehiyê tedbîrên tund bistînin.
Hat ragihandin ku li dora parlementoyê dengê çekên şerê navbera hêzên asayîşê û çeteyan tê û pevçûna wan dewam dike.
Grûbên çekdar dixwazin serokwezîr Ariel Henry îstîfa bike, li herêmên bi navên Port-au Prince û Croix des Bouquetsê di 2 û 3 yê Adarê de avêtibûn ser 2 zîndanan û bi hêzên asayîşê re li hev xistibûn. Di wexta şer de 4 hezar zîndanî ji zîndanan reviyabûn û 12 kes miribûn.
Li ser qit’a Amerîkayê welatê Haîtiyê welatê herî feqîre, ji ber şerê çeteyan û qelsiya dewletê aboriya wan têkçûye û 11 milyon mirovên wê di talûka birçîbûnê de ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin