Îran | Di 24 saetan de li 8 girtîgehan 12 kes hatin îdamkirin

Îran | Di 24 saetan de li 8 girtîgehan 12 kes hatin îdamkirin

PeyamaKurd -  Hate ragihandin ku di nava 24 saetên dawî de, li çend girtîgehên Îranê 12 girtî hatin îdamkirin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ragihand ku 12 girtî ku yek ji wan jin bûye, ji aliyê rejîmê ve li girtîgehên cuda hatin darvekirin.

Hate diyarkirin ku kesên hatine darvekirin li girtîgehên Selmas, Qizilhisar, Adilabad, Goher deşta Kerec, Zahidan, Bender Ebas û Hemedanê bûn.

Hefteya borî Netewên Yekbûyî, di biryarnameyekê de binpêkarinên mafên mirovan ên li Îranê mehkûm kiribû û ji ber tawana tepeserkirina xelkê serhildêr, bidarvekirina girtiyan, îşkence û girtina xelkê, îdamkirina Zarokan û êrîşên ser jinan Îran şermezar kiribû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin