PeyamaKurd – Li bakûrê Kurdistanê li bajarê Ezirganê (Erzincan) li jîngeha Çaxlayanê şelala bi navê Girlawik ji sermayê qerisî. Hefta borî li Girlawikê berfa zêde bariya û ji ber bilindahiya Girlawikê ji deryayê, ser ava ku ji zinar de jêr dibe bû şembelîlk. Şembelîlkên Girlawikê ji ber hewa di bin sifrê ya bi 5 derceyan de afirîn.
Girlawik, di havînê de jî gelek sare û di havîn û zivistana wê de geştiyar diçin deverê û bi dîmenên bêhempa re rû bi rû dimînin.
Şelala Girlawikê ji navenda Ezirganê 35 km dûre û ji 5 avên çavkaniyên çemê Firatê pêk tê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin