PeyamaKurd – Wezîrê bergiriyê yê Amerîkayê Lloyd Austin, piştî emeliyata prostatê bi enfeksiyona rêya îdarê biribûn nexweşxanê û niha ji nexweşxanê derket. Ragihandin ji aliyê wezaretê de hat kirin.
Wezîr Austin di 1 ê mehê de biribûn nexweşxana Walter Reed ê ya nevenda Tibî ya Leşkerî. Wezaret di mijarê de weha got:
“Piştî şêwra bi xebatkarên nexweşxanê re, wezîr Austin ji nexweşxanê derket. Pêvajoya başbûna wî ya ji nexweşînê dewam dike. Li ser wesiyeta doktoran wê wezîr îstîrahatê bike û ji dûr de wezîfa xwe dewam bike.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin