PeyamaKurd - Şewata ku li Çiyayê Gwêjê yê parêzgeha Silêmaniyê derket, qada 200 donimî kir xwelî.
Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Berevaniya Şaristanî ya Silêmaniyê, tîmên agirkujê midaxeleyî şewata ku derdora saet 03.00ê sibehê derketiye û ji ber bandora bayê zû di nav çîmen û bostanan de mezin bûye.
Hat diyarkirin ku piştî çend saetan şewat hat kontrolkirin.
Digel ku hêj sedema şewatê nehatiye tespîtkirin, qadeke 200 donimî bûye xwelî.
Beriya niha di mehên Hezîran û Îlona 2019an de du caran agir bi Çiyayê Gwêjê ketibû û qadeke mezin a daristanê şewitîbû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin