PeyamaKurd – Ji ser Enfala Germiyanê 35 sal derbas bûn. Beriya niha bi 35 salan îro, Rêjîma Bees a rûxandî, bi hezaran jin û zarokên Germiyanê veguhestin û wenda kirin.
Berî 33 salan, rêjîma Bees a Iraqê li pêş civaka navdewletî di heyama 7 mehan de û di çarçoveya 8 qonaxan de, proseya enfalkirina gelê Kurdistanê bi rê ve bir. Di wê proseya leşkerî ya rêjîma Bees de, ji 4 hezar û 500î zêdetir gund û bi sedan bajarok û zozan wêran kirin û xelkê wê ber bi çarenivîseke nediyar ve birin.
Di enfalkirina Germiyanê ya di qonaxa 3emîn de bû, artêşa Iraqê di 6 – 12 Nîsana 1988an de, ji her aliyekî ve êrîşî ser Germiyanê kir. Ji Kelar ta Cebar û Sengaw û ta Aşdax û gundên derdorê ve û bi hemû cure çekên nû û teknolojiya nû ji asman û zemînê ve êrîş kir û bi hezaran malbatên Kurdan enfal kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin