Li Kuweytê, hikûmeta nû hat avakirin

Li Kuweytê, hikûmeta nû hat avakirin

PeyamaKurd- Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Kuweytê KUNAyê, biryarnameya Îmaratê ya di derbarê avakirina hikûmeta nû ya ku ji 14 wezîran pêk tê, bi serokatiya Şêx Ehmed Newaf el-Ehmed el-Sabah hat weşandin.

Emîr Şêx Newaf el-Ehmed el-Cabir es-Sabah, di 5ê Adarê de Şêx Ehmed ji nû ve wekî serokwezîr tayîn kiribû.

Di 5ê Nîsanê de Serokê Meclîsê Merzûq El-Ganim bang li Emîrê Kuweytê û Welîehd Şêx Meşal El-Ehmed El Cabir el-Sabah kiribû ku ji bo çareserkirina qeyranê, demildest destwerdana Serokwezîr Şêx Ehmed bikin.

Ganim ku ji Serokwezîr xwest ku “Heger naxwaze beşdarî civînên meclîsê yên ji bo erêkirina avakirina hikûmeta xwe bibe, sondê bixwe û ji erka xwe derkeve.”

Her wiha diyar kir ku malbata desthilatdar tijî kesên ku dikarin vî karî bi cih bînin in.

Zagona esasî ya dadgehê, di 19ê Adarê de biryara betalkirina hilbijartina 29ê Îlona 2022yan dabû, ji bo betalkirina endamtiya kesên ku di hilbijartinan de bi ser ketine ve hat ragihandin û parlementoya betalkirî wekî ya sala 2020î vegere.

Dadgehê sedema “Biryara betalkirina Meclîsê ya di sala 2020î de betal e” da zanîn û diyar kir ku li gorî vê rewşê hilbijartinên 2022an jî betal dibe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin