PeyamaKurd – Fermangeha Medya û Zanyarî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar kir; heta niha 911 hezar û 320 welatiyên Herêma Kurdistanê, her du dozên derziyê wergirtine û 950 hezar û 418 welatiyên din jî navên xwe ji bo wergirtina derziyê tomar kirine.
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê jî destnîşan kir; piraniya welatiyan derziya Pfizer a Amerîkî bi kar anîne, tê çaverêkirin ku rêjeya bikaranîna derziyê bilind bibe.
Li gor amarên herî dawî yên Koronayê yên li Herêma Kurdistanê, ku Wezareta Tendirustiyê belav kiriye, heta niha 5 hezar û 764 kesan li Herêma Kurdistanê ji ber vîrusa Koronayê can dane.
Herwiha heta niha 323 hezar û 712 kes jî bi vîrusa Koronayê ketine û 289 hezar û 700 kes jî ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku rêjeyeke bilind e û pêwendiya wê bi bilindbûna asta derziyê heye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin