PeyamaKurd- Rêberê Koreya Bakur Kim Jong-un, di hevdîtina bi xebatkarên xwe yên leşkerî de got ku divê dorhêla nukleerê ya welêt, bi lez û bez bê berfirehkirin.
Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Koreya Bakur, Ajansa Nûçeyan a Navendî ya Koreyê (KCNA), piştî ku Pyongyang "bi zêdekirina tetbîqatên leşkerî yên welatên hevrik re rû bi rû ma" Kim, bi Komîsyona Leşkerî ya Navendî ya partiya xwe re civînek kir.
Hat diyarkirin ku Kim, bi endamên Komîsyonê re li ser amadekariyan axiviye û gotiye ku divê dorlêha xwe ya nukleerî zêde bikin.
Li hember ceribandinên çekan ên Koreya Bakur, di hefteyên dawî de zêdekirina tetbîqatên leşkerî yên Koreya Başûr û Amrîkayê, bûye sedem ku rageşî zêde bibe.
Ji aliyê din ve hat ragihandin ku Koreya Bakur ev hemû wekî proveyên dagirkeriyê bi nav kir û li ser pêşxistina hêza parastinê û temamkirina amadekariyên şer ji bo li dijî tetbîqatên hevpar ên Seul û hevalbendên wê, hatine gotûbêjkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin