Mesrûr Barzanî: Pê sanaz im ku Îmarat hevbeseke Kurdistanê ye

Mesrûr Barzanî: Pê sanaz im ku Îmarat hevbeseke Kurdistanê ye

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokê Îmaratê Şêx Mihemed Bin Zayid îro 13ê Sibatê Dubey civiyan.

Di civînê de,  tekezî li ser bihêzkirina zêdetir a pêwendiya bihêz a navbera Herêma Kurdistanê û Îmaratê û pêşvebirina hevkarî û hevahengiya di navbera herdu aliyan a di hemû waran de hate kirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê piştî civînê li ser hesabê xwe yê Twitterê got: “Îro me ligel Şêx Mihemed Bin Zayid li ser rêyên bihêzkirina pêwendiyan gotûbêj kir. Xwesteka Herêma Kurdistanê û Îmaratê hevbeş e di warên veberhênan, bazirganî û dabînkirina asayîşa xureka navçeyê de.”

Mesrûr Barzanî diyar kir: “Ez bi wê yekê şanaziyê dikim ku Îmaratê weke hevbeşekê bi nav bikim.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin