DYAyê ji bo azadiya rojnamegeriyê Hewlêrê pîroz kir

DYAyê ji bo azadiya rojnamegeriyê Hewlêrê pîroz kir

PeyamaKurd - Balyozxaneya Giştî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ya Hewlêrê, ji ber kêmbûna rêjeya binpêkirinên azadiya ragihandinê ya li Herêma Kurdistanê dilxweşiya xwe diyar kir û Herêma Kurdistanê pîroz kir.

Balyozxaneya Giştî ya DYA ya Hewlêrê, li ser rûpela xwe ya medyaya civakî ya fermî ya Facebookê ragehand ku DYA, ji bo pêşxistina azadiya raman û ragihandinê, hevkariya xwe ya bi hevparên herêmî û navneteweyî re didomîne û got: "Divê rojnamevan bê tirs bikaribin bi azadî erk û karê xwe pêk bînin.”

Ev cara duyê ye di vê heftiyê de ku Balyozxaneya Giştî ya DYAê ya Hewlêrê peyama dilxweşiya xwe ya ji bo kêmbûna rêjeya binpêkirinên azadiya ragihandinê ya li Herêma Kurdistanê radigihîne û diyar dike ku ew piştgîrê azadiya ramanî û ragihandinê ne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin