PeyamaKurd – Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê serdana Bexdayê ya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de daxuyaniyek belav kir ku tê de li ser hevdîtinê 20 û 21ê Hezîranê yên bi berpirsên Iraqê re zanyarî dan.
Di daxuyaniya nivîskî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê de hat gotin, di civînên xwe yên li gel aliyên Iraqî de, Nêçîrvan Barzanî, pirsgirêk û berpirsyariyên li hember wan pirsgirêkan, ji bo hemû iraqiyan wek hevbeş bi nav kir û diyar kir: “Me hemûyan yek çarenivîs heye û pirsgirêkên Iraqê û Herêma Kurdistanê pirsgirêka hemû Iraqiyan e.”
Serokê Herêma Kurdistanê tekez kir, “Piştî ezmûna tehl a çendîn salên ji girift û kêşeyên di navbera her du aliyan de, êdî divê em neçin ser berê, ji ber ku niha dema vê yekê ye ku em bigihin têgihiştineke hevbeş û bi rêkeftineke giştgîr a cihê rizamendiya her du aliyan, ku aramî, dadperwerî û pêşketina ji bo niha û paşeroja me ya hevbeş dabîn bike, em pirsgirêkan bi yekcarî çareser bikin.”
Nêçîrvan Barzanî rewşa niha û astengiyên wê wek rewşek dijwar bi nav kir û got: “Em dikarîn qeyranan bikin derfet bo hevkarî û karkirina bi hev re, rûbirûbûna dijwarî û qeyranên niha yên welat jî berpirsiyariya hevbeş a me hemûyan e û berdewamiya kêşeyan di berjewendiya tu aliyek de nîne.”
Nêçîrvan Barzanî dibêje: “Em hemû pêkve bi hevkariyê dikarin bigihîn têgihiştineke hevbeş li ser awayeke birêvebirina baştir a welat, daku xizmeta hemû welatiyan bê kirin.”
Serokê Herêma Kurdistanê destnîşan kir ku Herêma Kurdistanê amade ye tevahiya kêşe û dosyeyên hilawestî yên li gel Hikûmeta Federal “li ser bingeha Destûr û bi berçavgirtina sîstema federalî û maf û erkan û ewlewiyeta rewşa niha ya jiyan û debara welatiyan” çareser bike.
Nêçîrvan Barzanî herwiha da zanîn: “Rola serkirde û hêz û aliyên siyasiyên Iraqê jî ji bo piştgîriya li guftûgo û çareserî û gihîştina rêkkeftinê bi girîng û pêwîst û erkê hemuyan zanî.”
Serokatiya Herêma Kurdistanê bal kişand ser ku serkirde û aliyên Iraqî ji bilî piştgirîkirina li nêrînên Serok Nêçîrvan Barzanî, “Serdana wî ya di vê dem û rewşê de wele peyameke erênî û pêngaveke dirust a Herêma Kurdistanê li beramber Bexdayê û xemxurî û ciddiyeta wî ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi nav kirin û xkeyfxweşiya xwe bi amadehiya Herêma Kurdistanê ya ji bo guftûgo û çareserkirina tevahiya kêşeyan û gihîştina bi rêkeftinekê li gel hikûmeta Federal nîşan dan.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin