PeyamaKurd- Piştî banga Serokê Dewleta Rusyayê ya Vladimir Putin a seferberiya beşkî, reva xelkê Rus dewam dike. Xelkê ku hewil dide ji Rusyayê derkeve, li sînorê Gurcîstanê civiya.
Gurcîstana ku cîranê Rusyayê ye, piştî banga seferberiyê ya Vladimir Putin, ji bo xelkê direve, bû wekî hêviya xilasiyê û bi hezaran kes li sînorê Gurcîstanê ketin dora derbasbûna ji sînorî.
Ji aliyê rayedarên Deriyê Gumrikê yê Larsê yê Gurcîstanê ve hat ragihandin ku îro li ser sînorên Rusya û Ukraynayê, dûvikeke 20 kîmoletirî ya maşînan çêbûye û hat ragihandin ku Rusên dixwazin ji Rusyayê derkevin, bi saetan li sînor rawestiyane.
Hat ragihandin ku kesên bi peyatî yan jî bi bisikletê berê xwe dane sînor jî di 10 saetan de karibûne xwe bigihînin.
Li ser rewşê, ji aliyê Serokatiya Îdareya Dahatan a ser bi Wezareta Darayî ya Gurcîstanê ve daxuyaniyek hat dayîn û hat gotin ku
“Ji bo ku kirariyên kontrolê yên 24 saetan li deriyê gumrikê bên kirin, hejmara karmendan hatiye zêdekirin. Kontrola derbasbûna barhilgiran a ji gumrikê jî bi awayê beşkî hat rawestandin.
Ji bo berdewamiya cîroya navlunê ya navneteweyî ku zêde bûye, were pêkanîn; Îdareya Dahatan ligel îdareyên welatên cîran ên Turkiye, Azerbaycan û Ermenîstanê di nav pêwandiyan de ye.”
Her wiha ji aliyê Wezîrê Darayî yê Gurcîstanê Lasha Hutsishvili ve jî hat ragihandin ku rewşa li sînor di bin kontrola wan de ye û tiştekî dilşewatiyê neqewimiye. Hutsishvili da zanîn ku ji ber hejmara kesên derbasî nav welêt bûne, rewş ji nêzî ve tê şopandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin