PeyamaKurd - Li Stenbola bajarê Tirkiyê, Kongreya Rahijmendiya Global (GEC) bi beşdariya şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku ji Wezîrê Plandanînê yê Herêma Kurdistanê Dr. Elî Sindî û Berpirsê Peywendiyên ligel Tirkiyê Dr. Ebdulselam Herkî û çend berpirsên din pêk tê dest pê kir û heta 19ê Nîsanê berdewam e.
Şanda Herêma Kurdistanê li ser vexwendina bi fermî ya ji aliyê Wezîrê Aborî yê Tirkiyê ve beşdarî kongreyê dibe û şand ji Wezîrê Plandanînê yê Herêma Kurdistanê Dr. Elî Sindî û Berpirsê Peywendiyên ligel Tirkiyê Dr. Ebdulselam Herkî û Birîkarê Wezareta Plandanan Şîrwan Es'ed Qadir, Rêveberê Giştî yê Projeyên Wezareta Plandanan Zagros Fetah û Serokê Desteya Amaran Sîrwan Mihemed pêk tê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin