PeyamaKurd- Di hilbijartinên navberê yên duh li Amerîkayê hatin rêvebirin de hat diyarkirin ku li gorî encamên ne fermî, di Meclisa Nûneran a Amerîkayê de Komarî bi ferqeke mezin ketine pêşiya Demokratan.
Li gorî encamên ne fermî yên ji aliyê Associated Pressê (AP) ve hatin parvekirin, di van hilbijartinên navberê de ji bo Meclisa Nûneran a Amerîkayê, Komariyan 82 kursî bi dest xistine û Demokrat jî bûne xwedî 47 kursiyan.
Hat diyarkirin ku proseya hejmartinê ya van hilbijartinên ku ji bo 35 kursiyên Senatoyê ku dike ji 3yan yek û ji bo temamî kursiyên Meclisa Nûneran ku ev jî dike 435 kursî, dewam dikin lê belê bi awayekî ber bi çav tê dîtin ku Komarî li pêş in.
Di agahiyên hatin parvkirin de hat diyarkirin ku hîn encamên eyaletên Rojava nehatine ber destan lê belê li gorî encamên ku heta niha li ber dest in, Demokratan 2 kursiyên xwe yên din jî dane Komariyan.
Hilbijartina serokatiyê, saleke din e
Hilbijartinên ji bo Serokatiya Amerîkayê jî dê di 5ê Mijdara 2024an de bê kirin û civata vebijartinê jî dê serê meha berfanbarê, serok û alîkarê/a serok hilbijêre. Her wiha li gorî plansaziyê, dê di 20ê Rêbendanê de jî Serokê/a Amerîkayê dest bi erka xwe bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin