PeyamaKurd- Serokkomarê Lubnanê Mişel Avn got ku di teqîna Beyrûdê ya hefteya borî de, xesara wan ya ku di Lubnanê de çêbûye ji 15 mîlyar dolarî zêdetire. Li gor ragihandina ajansa nûçeyan ya NNA yê; serokkomarê Lubnanê Mişel Avn di rêya telefonê de bi qralê Îspanyayê bi 6. Felîpe re axifiye û gotiye xesara di teqîna limana Beyrûdê de çêbûye, ji 15 mîlyar dolarî zêdetire.
Qral Felîpe jî di axaftina xwe de ragihandiye ku ew li rex xelkê Lubnanê ciyê xwe digrin û Lubnanê destek dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin