Hinek rêvebirên asayîsê ji wezîfê hatin sitendin

Hinek rêvebirên asayîsê ji wezîfê hatin sitendin

PeyamaKurd- Li Bexdayê grûbeka ku bazirganiya maddeyên hişber dikirin li qereqola bi navê El-Qanat de, di bin çavde bûn û bi awayekî firar kirin û reviyan. Li ser reva grûba bazirganê maddeyên hişber, wezîrê karên hundir yê Iraqê Yasîn Tahir El Yasîrî, gelek rêvebiran ji ser wezîfê girt.

Di nava wan rêvebiran de serokê daîra giştî ya polîsan, rêvebirê herêma Risafa û serokê daîra Bab El Şeyx hene. Wezîr ferman da ku bizanibin bê girtî çawa ji nezaretxanê firar kirine û fermana avakirina komîsyonekî da. Yekîneyek jî hat wezîfedarkirin bo girtina firaran.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin