PeyamaKurd- Parêzgerê bajarê Bedlîsê Oktay Çağatay ragihand ku tîmeka wan bi erebê çûye Çiyayê Nemrûdê ya Tetwanê da li wê derê ji hirçan re êm (xwarin) deynin û vegerin. Lê bi sedema barîna berfa zêde, erebe di berfê de maye. Di erebê de 5 kes hebûn.
Parêzgerê Bedlîsê Çağatay got ku ereba wan di berfê de maye û li ser agahiyê tîmên AFADê û UMKE yê şandine hewara wan. Niha her 5 kes hatine rizgarkirin û di rêdene vedigerin. Tenduristiya wan baş e.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin