PeyamaKurd - Wezîrê Tenduristiya Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzinî ragihand, di 24 saetên borî de, hejmara herî zêde ya pêketiyên vîrusa koronayê li Herêma Kurdistanê hatiye tomarkirin.
Wezîrê Tenduristiyê Dr. Saman Berzincî di civîne rojnamevanî de got, di 24 saetên borî de 1985 kes wek hilgirên koronayê hatin tomarkirin û 19 pêketiyan jî jiyana xwe ji dest daye.
Dr. Saman Berzincî got: “Nexşeyên analîzê ji me re dibêjin ku rewş metirsîdar e, nexşe ji rengê porteqalî ber bi sor ve diçe û em hêvî dikin ku negihe rengê sor.”
Berzincî diyar kir: “Bilindbûna rêjeya pêketina bi Koronayê, bi cejna Qurbanê re hevdem e, di van rojan de jî tenê norîngehên hikûmî vekirî ne, ji ber wê tê pêşbînîkirin ku hejmara pêketiyan ji vê zêdetir bibe. Di heman demê de jî, em di Wezareta Tendirustiyê de ji çûnûhatin û tevgera cejnê jî nîgeran in eger welatî pabendî rêkarên tendirustiyê nebin.”
Herwiha Wezîrê Tendirustiyê daxwaz ji welatiyan kir ku di rojên cejnê bê de xwe biparêzin û têkelî hev nebin û xwe ji qerebalixiyê dûr bixin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin