PeyamaKurd - Serokê Şaredariya Bajarê Hatay ê Tirkiyê ji CHPê Lutfu Savaş ji medya Tirkiyê re behsa metirsîya zêdebûna nifûsa erebên Sûriyê li bajêr kiriye û gotiye, "Hatay ji dest diçe, ji her 4 zarokên nû têne dinê 3 ji wan Sûriyeyî ne û wê heta 12 salên din şaredarî jî bikeve destê wan."
Bajarê Hatay 83 sal berê ji Sûriyê bi Tirkiyê ve hatiye girêdan ku niha jî rejîma Sûriyê wî bajarê wekî bajarekî xwe dide nasîn.
Serokê Şaredariya Hatayê Lutfu Savaş gotiye, zêdebûna bilez a nifûsa Sûriyeyiyan siberoja bajêr dixe rewşeke metirsîdar, ji ber ku jinên Sûriyeyî her sal zarokekê tînin dinyayê û di nav malbatên pirjinî de nifûs gelekî zêde dibe.
Lutfu Savaş diyar kiriye, “Mafê dayîna nasname, hilbijartin û xwe namzedkirinê ji bo Sûriyeyiyan şaşiyeke mezin bû. Piştî 12 salên din dê Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Hatayê Sûriyeyî be. Qedexe ye zeviyan bikirin lê bi rêya şirîkên xwe yên Tirk her tim erdan dikirin. Hişyariyê didim, `Hatay diçe`.”
Savaş herwiha aniye ziman: “Nifûsa Hatayê 1 milyon û 670 hezar kes e. Li gor amarên fermî, nêzîkî 500 hezar Sûriyeyî hene. Lê hejmara ne fermî zêdeyî 800 hezar kesan e. Nêzîkî ji her du kesan yek Sûriyeyî ye. Ji sedî 75ê ji dayîkbûnê li Hatayê ya jinên Sûriyeyî ye. Ji her 4 zarokên çêdibin 3 ji wan Sûriyeyî ne. Jinên Sûrî yên wiha hene di 6 salan de 6 zarokan tînin. Piranî 3-4 jinên wan hene û hemû zarokan tînin. Piştî 12 salên din eger Sûriyeyiyek bibe serokê şaredariyê dê kêfa me neyê.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin