PeyamaKurd - Komcivîna Yekemîn a Tora Ziman û Çanda Kurdî bi armanca diyarkirina nexşerê û rêziknameya xwe li Amedê du rojan dewam kir bi dawî bû. Ji 27 kesan desteyeke rêveber hat hilbijartin. Desteya rêveber wê li ser pêşniyarên beşdarvanan nexşerê û rêziknameyê diyar bike.
Komcivîna Yekemîn a Tora Ziman û Çanda Kurdî bi armanca diyarkirina nexşerê û rêziknameya xwe li navçeya Sûrê ya Amedê ku du rojan li dar xist bi dawî bû. Roja ewil a Komcivînê 12 maseyên tematîk ku hatibûn avakirin, pêşniyarên xwe radestî desteya Torê kirin. Pêşniyarên maseyên qadên cûr bi cûr di roja duyem a komxebatê de hatin xwendin. Piştre beşdaran ji bo rêzikname, nexşerê û desteya rêveber pêşniyarên xwe kirin. Di encama nîqaş û pêşniyaran de ji 27 kesan desteyeke rêveber hat hilbijartin.
Piştî nîqaş û pêşniyazan di komxebatê de hunermend û dengbêjan stran gotin. Komcivîn bi strana “Zimanê Kurdî” a hunermend Aram Tîgran bi dawî bû.
Desteya rêveber a ji 27 kesan pêk tê dê pêşniyarên ji bo nexşerê û rêziknameyê hatin kirin binirxîne û rêzikname û nexşerêya xwe li gorî vê yekê eşkere bike.
Desteya Rêveber a Torê îro Duşemê di saet 10.00an de li Amedê wê encamnameya komcivîna du rojan bi raya giştî re eşkere bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin