PeyamaKurd - Qadiyê IŞİD ê 2 leşkerên Tirk şewitandibû û bi şertê kontrola edlî hatibû berdan lê car din li bajarê Dîlokê an ku Entabê hat girtin. Kesê bi navê Jamal Abdulrahman Alwî ku li Sûriyê, di sala 2016 an de 2 leşkerên Tirki yên bi navên Fethi Şahin û Sefter Taş,weka qadiyê IŞİD ê, bi biryara kuştina bi şewitandinê wan dabû û her 2 leşker hatibûn şewitandin, berê bi şertê kontrola edlî hatibû berdan.
Li ser bûyerê nivîskarê Halk TV yê İsmail Saymaz di bernama xwe de gotibû ku qadiyê IŞİD ê li Entabê dukkana wî ya çûkan heye û 2 leşkerênTirkiyê kuştiye, polîsê Entabê wî xist bin çav û îro ji aliyê dadgeha sulh cezayê de hat zîndanîkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin