PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 12ê Hezîranê roja Yekşemê Parlametoya Herêma Kurdistanê, bi beşdariya Wezîrê Bazirganî û Pîşesaziyê yê Hêrêma Kurdistanê, rewşa bazarê û bilindbûna nirxê pêdiviyên jiyanê wê gotûbêjan bike.
Li gorî ragihandina Dîwana Serokatiya Parlementoya Kurdistanê, wê di civîna îro de, rewşa bazarê were nirxandin û li ser bilindbûna bihayê pêdiviyên jiyana rojane gotûbêj bên kirin.
Herwiha hat diyarkirin ku wê di civînê de, bi taybet rewşa xelkê Kurdistanê û bandora bihayiyê li ser jiyana rojane were nîqaşkirin ku ji ber pandemiya korona û şerê Ukrayna-Rûsya li seranser cîhanê krîzeke xurekê jî rû daye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin