Ji Citibankê daxuyaniya petrola Kurdistanê: Wê guhertineke mayînde çêbibe!

Ji Citibankê daxuyaniya petrola Kurdistanê: Wê guhertineke mayînde çêbibe!

PeyamaKurd – Nîqaş û karvedanên li ser biryara Dadgeha Tehkîmê ya Navdewletî ya Parîsê bo hinardekirina petrola Kurdistanê berdewam dikin.

Ji ber biryara dadgehê ev zêdetirî hefteyekê ye, hinardeya petrolê bi ser Tirkiyeyê de bo bendera Ceyhanê ku ji bazarên cîhanê re tê şandin rawestiyaye û bandor li ser bihayê petrolê li bazarên cîhanê jî kiriye.

Piştî biryara dadgehê doh û îro Pêncşemê bihayê bermîla petrola Brent derket 79 dolaran û herwiha bihayê petrola cûreya Teksas jî gihîştiye 73 dolaran. Heger ji nû ve hinardeya petrola Kurdistanê dest pê neke, dibe ku bihayê petrolê zêdetir bibe.

Analîstên Citibankê li ser mijarê dane xuyakirin ku dibe ku ev biryara dadgeha Tehkîmê di polîtîkaya naxwe ya Iraqê di demeke gelekî nêzîk de guhertinên mayînde yên siyasî bi xwe re werîne.

Hêjayî gotinê ye, şanda Herêma Kurdistanê ya bi raspardeya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, li Bexdayê ji bo çareserkirina mijara petrol û gazê û biryara dawî ya dadgehê danûstandinên berdewam dike.

Analîstên Citibankê diyar kirine ku dibe li nêzîk çareserî pêk were, ji ber ku kompaniyên li Herêma Kurdistanê jî ji ber nebûna cihê depokirinê bîrên xwe yên petrolê daxistine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin