PeyamaKurd - Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê ragihand ku îro berê sibehê birûskê li xaleke hêzên Pêşmerge daye û di encamê de Pêşmergeyê bi navê Ebdulxefûr Kewşû Mihemed canê xwe ji dest daye.
Wezaretê destnîşan kir ku dema ew Pêşmerge li ser erkê xwe bûye birûskê lê daye û canê xwe ji dest daye.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Pêşmerge, bûyer di demjimêr 06:00ê sibehê de li gundê Castanê rû daye.
Hate zanîn ku Pêşmergeyê Ebdulxefûr Kewşû Mihemed ji qezaya Xebatê ya paytext Hewlêrê û bavê çar zarokan bûye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin