PeyamaKurd- Ji aliyê Wezîra Karên Hundir a Almanyayê Nancy Faeser ve hat ragihandin ku hejmara kesên Komara Federal a Almanyayê nas nakin û xwe wekî ‘Welatiyên Împaratoriyê’ pênase dikin, derketiye 23 hezaran.
Nancy Faeser, ji bo rojnameya Bild am Sonntag axivî û diyar kir ku hejmara welatiyên împaratoriyê bi lez û bez zêde dibe û da zanîn ku di sala 2022yan de li gorî sala borî 2 hezar û 23 hezar welatiyên împaratoriyê zêde bûne û ji % 10ê wan jî alîgirên tundiyê ne.
Feyser bi berdewamî diyar kir ku divê alîgirên vê formasyonê bi biryarî bên bêçekkirin û ragihand ku di demeke nêz de dê zagona çekan were tundkirin.
Welatiyên Împaratoriyê, komarê nas nakin
Welatiyên Împaratoriyê, Komara Federal a Almanyayê û pêkhateyên wê yên demokratîk nas nakin û ev kesên ku dibêjin Împaratoriya Alman hebûna xwe berdewam dike, bawer dikin ku Almanya hîn jî di bin dagirkeriya leşkerî de ye.
Di nav alîgirên vê bîrdoziyê de hin rastgirên tund hene ku dayîna bacê red dikin lewra ew saziyên Alman nas nakin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin