Rapirsî: ‘Hûn kîjan siyasetmedaran diecibînin?’

Rapirsî: ‘Hûn kîjan siyasetmedaran diecibînin?’

PeyamaKurd- Kompaniya Lêkolînê ya Asalê, encamên rapirsiya dawî ya li ser siyasetmedarên Tirkiyeyê parve kirin. Li gorî encamên rapirsiyê, wekî siyasetmedar, herî zêde Erdogan tê ecibandin.

Di agahiyên hatin dayîn de hat diyarkirin ku ev rapirsî bi 2 hezar 142 kesan re hatiye kirin û ji beşdaran ev pirs hatiye pirsîn:

‘Siyasetmedarê/a ku hûn herî zêde diecibînin, kî ye?’

Li gorî encamên rapirsiyê, rêjeya kesên ku gotine ‘em kesek jî naecibînin’ ji gelemperiya rêberên 7 partiyên siyasî derbas bûye.

Encamên rapirsiyê yên ku di ser navên 8 siyasetmedaran re hatine bidestxistin, bi vî awayî hatin parvekirin:

Recep Tayip Erdogan: Ji %32,1

Kemal Kiliçdaroglu: Ji %13,8

Mansur Yavaş: Ji % 9,9

Ekrem Îmamoglu: Ji %7,6

Meral Akşener: Ji %7,4

Selahattin Demirtaş: Ji %6,5

Devlet Bahçelî: Ji %5,3

Ali Babacan: Ji %0.8

Muharrem Înce:Ji % 0.7

Umit Ozdag: Ji %0.6

Fatih Erbakan: Ji %0.5

Temel Karamollaoglu: Ji %0,5

Ahmet Davutoglu: Ji %0,4

Yên din: Ji % 2.6

Rêjeya kesên ku bersiv nedan ji % 5,2 hat diyarkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin