Li Wanê jî welatiyê ku got, 'Ev der Kurdistan e' hat desteser kirin

Li Wanê jî welatiyê ku got, 'Ev der Kurdistan e' hat desteser kirin

PeyamaKurd - Li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê dikanderekî bi navê Haci Tunç ji ber axaftina xwe ya ligel Serokê Partiya Guherînê ya Tirkiyê Mustafa Sarigul ku gotibû “Ev der Kurdistan e” hat desteserkirin.

Serokê Partiya Guherînê ya Tirkiyê Mustafa Sarigul duh 23yê Mijdara 2021ê serdana parêzgeha Wanê kir û ligel çend esnaf-kasibkar û xelkê navçeyê civiya. Di dema serdanê de esnafê bi navê Haci Tunç li navçeya Rêya Armûşê ji Sarigul re got: "Çiqas ziman hebin ewqas şadî ye. Dewlemendî bi her tiştî ve girêdayî ye. Bi ziman, netewe, nerît û çandê ve girêdayî ye. Çanda rojhilatê gelek cuda ye. Divê em rojhilatê ji bîr nekin.”

Haci Tunç herwiha ji Mustafa Sarigul re got: “Hevalekî me li Sêrtê got 'ev der Kurdistan e'. Berî 1000-2000 salan 'ev der Kurdistan bû û dê dîsan wek Kurdistan bimîne.' Divê em îtîraz nekin. Xwedê em afirandine. Xwedê Kurdî, Tirkî, Erebî û Inglizî jî dizane."

Mustafa Sarigul jî ji wî esnafî re got : "Li ser axa komara Tirkiyê her kes bi wayekî azad dikare li ser netewe û ramana xwe biaxive. Em dê ligel wan welatiyên ku dibêjin yekitiya alê û sînoran bin."

Hat ragihandin ku piştî van gotinan îro 24ê Mijdarê Haci Tunç ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatiye desteserkirin û ew birina navenda asayîşê.

Berî niha jî li parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê welatiyê bi navê Cemil Taşkesen ji ber ku di axaftina xwe ya ligel Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşener de gotibû “ev der Kurdistan e” bi heman awayî hatibû desteserkirin û piştre jî li ser bertekên raya giştî ya Kurd hatibû berdan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin