Mesrûr Barzanî: Em xelkekî xêrxwaz û astîxwaz in

Mesrûr Barzanî: Em xelkekî xêrxwaz û astîxwaz in

PeyamaKurd- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li deriyê Hewlêrê pêşwaziya tîmên hawarçûnê yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku ji destpêka erdhejê ve ji bo gihandina alîkariyê çûbûn Bakur û Rojavayê Kurdistanê û Tirkiye û Suriyeyê.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî, di pêşwazîkirina tîmên hawarçûnê de ku ji destpêka erdhejê ve çûbûn Bakur û Rojavayê Kurdistanê, Tirkiye û Suriyeyê û piştî bidawîbûna erka xwe, vegeriyan Hewlêrê axivî û got,

“Bi navê gelê Herêma Kurdistanê, bixêrhatineke germ li  xwişk û birayan dikim ku ji roja yekem a erdhejê ve li Bakur û Rojavayê Kurdistanê û deverên din ên Tirkiye û Suriyeyê bûn, alîkariya kesên ku bandor li wan bûye dikirin. Ev tîm, ji tîma alîkariya hawarçûnê ya Wezareta Navxweyî, tîma hawarçûnê ya tenduristiyê ya Wezareta Tenduristiyê, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û liqa Hewlêrê ya Heyva Sor a Iraqê bûn.

Bê guman hûn wekî yekem tîma rizgariyê gihîştin wan kesên ziyandîtî, mixabin gelek kesan canên xwe xwe ji dest dan û gelek kes jî di bin xanî û avahiyên hilweşiyayî de man. Bi rastî we karibû destên xwe bigihînin wan û destên alîkariyê dirêjî wan bikin. Em şanaziyê bi we dikin û we serên me bilind kirin.

Karê we kiriye, tekez dike ku em xelkekî xêrxwaz û aştîxwaz in û em ê destê alîkariyê dirêjî xwişk û birayên xwe yên li her devera cîhanê bikin. Her wiha her kesek û her Kurdek xwedî wijdan li her ku dera cîhanê be, serê xwe bi bilind dike.

Li ku derê dibe bila bibe, em ê destê alîkariyê ji bo her kesê ziyandîtî dirêj bikin. Em gelek caran ketine rewşeke wiha ku pêwîstiya me bi alîkariya kesên din hebû û derî ji me re vekir. Em dizanin ku çendîn xêrxwaziyeke mezin e û niha jî em dikarin vê alîkariyê bigihînin mirovên ziyandîtî. Em dubare dibêjin, her çi ji destê me bê, em ê bikin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin