PeyamaKurd- Temsîlkara Amerîkayê ya li Neteweyên Hevgirtî Nikki Haley li ser mijara Xazeya Fîlîstînê Konseya Asayîşa Neteweyên Hevgirtî dawetî civînê kir.
Haley, li ser daxwaza xwestina parastina xelkê Fîlîstînê weha got: “Ne hewceye xelkê Fîlîstînê ji derve de bê parastin. Divê xelkê Fîlîstînê ji Hamasê bê parastin. Tevgerên Hamasê xelkê Xazzeyê dixe talûkê.”
Haley got ku 70 heb roket ji aliyê Hamasê de bo ser axa Îsraîlê hatine avêtin û Hamas talûkeye û xebatên herifandinî dike. Bi van sedeman divê Hamas bê şermezarkirin. Haley got ku ew hêvî dikin Hamas agirbesê tetbîq bike û roketên zêde navêje ser axa Îsraîlê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin