PeyamaKurd - Hevserokê HDPê Sezai Temeli ragihand ku, wan nameya Abdullah Ocalan rast nirxandiye û ji ber vê yekê jî li Stenbolê ev encam hatiye wergirtin.
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezai Temelli, bo malpera Almanî DWyê axivî û got, di hilbijartinên Stenbolê de dengderên Kurd roleke sereke lîstine û ew nêzîkatiya Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu jî erênî dibînin.
'ME NAMEYA OCALAN RAST NIRXANDIYE'
Temelli got, desthilat li şûna ku pirsgirêkan çareser bike, bi HDPê ve mijûl dibe û da zanîn, wan nameya Abdullah Ocalan rast nirxandiye û ji ber vê yekê jî li Stenbolê ev encam hatiye wergirtin.
Hevserokê HDPê Temelli dibêje, pirsgirêka Kurdî pirsgirêka sereke ya Tirkiyê ye û aliyên nikaribin vê çareser bikin, ew dê nikarin di desthilatê de jî bimînin.
Wî da xuyakirin, pergala rêveberiya Tirkiyê xetimî ye û divê çêkirina destûreke nû bê rojevê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin