Peyama Serok Barzanî ji bo zanayên Îslamî

Peyama Serok Barzanî ji bo zanayên Îslamî

PeyamaKurd - Bi munasebeta damezrandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamî li Kurdistanê Serok Barzanî peyamek belav kir.

Peyama Serok Barzanî bi tevahî wiha ye:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi munasebeta çil û heştemîn (48) salvegera damezrandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamî li Kurdistanê, pîrozbahiyên xwe pêşkêşî mamostayan û zanayên mezinên ola Îslamî li Kurdistanê û Serok û Endamên Mekteba Tenfîzî û Encûmena Navendî ya Yekîtiya Zanayên Ola Îslamî li Kurdistanê dikim.

Yekîtiya Zanayên Ola Îslamî li Kurdistanê her ji destpêka damezrandina xwe ve li ser destê cenabê Barzaniyê Nemir heta niha û li hemû qonaxên sext û dijwar da roleke bi bandor hebûye li bihêzkirina bingehên xwedênasî û belav kirina wê çanda pêkvejiyanê û hişyarkirina çîn û tuwêjên civaka Kurdistanê. Heman demî de li sengerê şoreş û niştîmanperweriyê da cihê destê wan bi zelalî û rûnî diyare.

Pêzanînên min heye ji bo rol û bandora Yekîtiya Zanayan û mamosta û kesayetiyên olî ku rê li geşbûna hizra tundî û înkariyê li nav xelkê Kurdistanê de girtiye û herdem li rewşên sext û aloz da piştevanê doza rewaya gelê xwe bûne.

Bi helkefta vê salvegera girîng de hêviya serkeftinê ji bo we dixwazim li erk û karên we da ku li jiyana civakî û siyasiya gelê me da erk û karên pîroz û bi bandorin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin