SOHR: Terorîstên DAISê 2 sivîl serjê kirin

SOHR: Terorîstên DAISê 2 sivîl serjê kirin

PeyamaKurd - Çekdarên rêxistina terorîst DAIŞê li gundekî Dêrazorê du sivîl revandin û bi serjêkirinê ew kuştin.

Çavdêriya Sûriyê ya Mafên Mirovan (SOHR) ragihandiye ku endamên DAIŞê bi ser maleke li Dêrazorê navçeya Bisêrê de girtine û ji wan daxwaza 1000 dolaran kirine.

Piştre çekdaran 2 kes revandine û ew bi serjêkirinê kuştine.

Berî niha hatibû belavkirin ku çekdarên DAIŞê gef li karmendên parzûngehan xwarine û "zekat" li ser wan ferz kirine.

Di van demên dawî de şaneyên DAIŞê yên raketî li biyaban û deştên Sûriye dîsa çalak bûne û rojane binpêkirinên mafên mirovan pêk tînin.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin