PeyamaKurd - Namzedê AKPê yê Stenbolê Binalî Yildirim li navçeya Tuzla ya Stenbolê çû ser sindoqê û dengê xwe bikar anî.
Yildirim dema dengdanê diyar kir ku wan di bangeşeya hilbijartinê de, soz û karên ku bikin ji hilbijêran re gotine û dê îro jî şaredarê ku 5 salan Stenbolê birêve bibe diyar bibe.
Yildirim herwiha helalî xwest û got ku heke wan di kampanyayên hilbijartinê de dilê hev hiştibe, "Çi bi zanetî çi ne bi zanetî, heger me li hemberî birayên me yên Stenbolî û hevrikên me xeletî û neheqî kiribe bira li min helal bikin"
Namzedê AKPê spasî li hemwelatiyên tevaya anadolê kir û got, di hilbijartinên Stenbolê de ne tenê Stenbolî, ji hemû herêm û bajarên Tirkiyê tevlî kampanyayê bûne û ragihand ku ew dê proseya hilbijartinê û encaman li Navenda AKPê ya Stenbolê bişopîne.
Proseya Dengdanê Dest pê kir | Kurdên Stenbolê qedera hilbijartinê diyar dikin
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin