PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li Hewlêrê bi Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulisî Akar re civiya.
Hat ragihandin ku di hevdîtinê de behsa rewşa Iraq û deverê û pêşdebirina zêdetir têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de hate kirin.
Herwiha di civînê de, tekezî li girîngiya hevahengî û berdewamiya pêwendîyên dostane yên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiye de hat kirin, bi taybetî bihêzkirina hevahengî û hevkarîyê ji bo bicihkirina aştî û ewlehiya herêmê.
Di beşeke din a civînê de tekezî li girîngiya cibicîkirina rêkeftina Şingalê û derketina milîşeyan û çekdarên neyasayî hate kirin, ji bo rewşa deverê asayî bibe û penaberan vegerin ser cih û warên xwe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin