PeyamaKurd – Leşkerên Îsraîlê piştî operasyona du rojan a li dijî kampa penaberan a li Cenîn a li Şerîa Rojava dest bi vekişînê kirin.
Di operasyonê de 12 Filistînî û leşkerekî Îsraîlî hatin kuştin. Tevî destpêkirina vekişînê jî li herêmê dengê çek û teqînan didome.
Artêşa Îsraîlê ragihand, êvara Sêşemê leşkerek di nava kampa penaberan de bi guleyan hatiye kuştin.
Komên çekdar ên Filistînê eşkere kirin, êrîşên bi wesayit û kêran ên du rojên dawî yên li bajarên Îsraîlê bersivek ji vê operasyonê re ye.
Li gor daxuyaniya rayedarên Îsraîlî, di êrîşa li kolaneke qelebalix a Tel Avîvê de 7 kes birîndar bûne.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu got: "Yên ku difikirin ku bi êrîşeke wiha dikarin me ji têkoşîna li dijî terorê dûr bixin, şaş in."
Netanyahu got, ew "peywira xwe ya li Jenînê temam dikin" hişyarî da û got, dibe ku di pêşerojê de operasyonên bi vî rengî dubare bibin.
Artêşa Îsraîlê îro di saetên sibê de bi balafirên bê mirov êrîş bir ser kampa penaberan a Cenînê.
Rayedarên Îsraîlî gotin, ev êrîş "navenda fermandariyê" ya Tûgayên Cenîn e ku ji aliyê komên cuda yên çekdar ve, di nav de Hamas, hatiye avakirin.
Di saetên pêş de dema ku êrîşên balafirên bêmirov didomin, artêşa Îsraîlê derbasî kampa penaberan bû û bi Filistîniyên çekdar ên li hundir re dest bi pevçûnê kirİN.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand, di êrîşan de 2 ciwanên 17 salî û 16 salî jî hene.
Wezaretê destnîşan kir, zêdetirî 100 Filistînî birîndar bûne û rewşa 20 ji wan giran e.
Ji aliyê din ve Heyva Sor a Filistînê diyar kir, nexweş û extiyar jî di nav de nêzî 3 hezar kes destûr dane ku bi şev ji kampê derkevin û şer berdewam dike.
Sala par piştî êrîşên Filistînê yên li dijî Îsraîlê li vî bajarî operasyon hatibûn kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin