VIDEO | Li Iraqê 21 girtî ji girtîgehê reviyan

VIDEO | Li Iraqê 21 girtî ji girtîgehê reviyan

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li parêzgeha Musenna ya li başûrê rojavayê Iraqê, 21 girtiyên bi tewanê bazirganiya madeyên hişber li girtîgehê bûn reviyan.

Li gorî zanyariyan girtiyên ku li girtîgeha bajarokê Hîlal a ser bi parêzgeha Musenayê ye, rêyeke bo revê çêkirine û ji wir reviyane.

Ji bo girtiyên ku reviyane careke din dadgehê biryara girtina wan derxist û lêgerînên ji bo girtina wan berdewam dikin.

Serokê îdareya xwecihî ya Musena Ehmed Menfî ragihand: “Hemû efserên girtîgehê hatine girtin û dest bi lêpirsîn û lêkolînê hatiye kirin.”

Hat ragihandin ku 10 ji wan girtiyên reviyane hatine desteserkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin