Di nava mala Mam Celal de sîxurek hat desteserkirin

Di nava mala Mam Celal de sîxurek hat desteserkirin

PeyamaKurd – Di nava mala Mam Celal Talebanî, sîxurekî ji bo hevserokê berê yê YNKê kar kiriye hat desteserkirin.

Li gor çavkaniyekî bilind ji medyaya fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) re diyar kir, li nava mala Mam Celal ya li devera Debaşanê li Silêmaniyê, sîxurek hatiye desteserkirin û ew li wê yekê mikur hatiye ku kar ji hevserokê berê yê YNKê re kiriye û ji bo armancên taybet û lêdana li berjewendiyên bilind ên YNKê hatiye bikaranîn.

Heta niha li ser wê mijarê ti zanyarî nehatine belavkirin, lê medyaya YNKê daye zanîn, dê zanyariyên zêdetir belav bikin.

Hêjayî gotinê ye, ragihandina girtina sîxurekî di nav mala Celal Talebanî de, piştî wê yekê tê ku di navbera herdu hevserokên YNKê Bafil Talebanî û Lahûr Şêx Cengî de nakokî derketin. Roja Pêncşemê 8ê Tîrmeha 2021 nakokî û aloziyên navbera herdu Hevserokên YNKê Bafil Talebanî û Lahûr Şêx Cengî bi zelalî derketin holê, dema ku Bafil Talebanî biryara guhertina serokên herdu saziyên ewlehiyê yên sînorê Silêmaniyê, Dezgeha Zanyarî û Dije Terorê da.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin