Erdogan li Melezgirê gef li Yunanistanê xwar: Ji Dîrokê ibret nestandiye!

Erdogan li Melezgirê gef li Yunanistanê xwar: Ji Dîrokê ibret nestandiye!

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li navçeya Melezgir a Mûşê di merasîma 949emîn a şerê Bizans û Selçûkiyan de axivî.

Erdogan di axaftina xwe de, li ser rageşiya rojhilatê Derya Spî ya navbera Yunanistan û Tirkiyê diyar kir, “Fêdeya tirsê ji ecel re nîne. Wê Tirkiye çi li Derya Spî, çi li Egeyê çi jî li Derya Reş tişta mafê xwe bistîne.”

Erdogan herwiha gef li Yunanistanê xwar û got ku Tirkiye êdî ne ew welatê ku sebra wê bê pîvandin e û wiha pê de çû:

“Çi bedel pêwîst be emê bidin û bila kerem kin werin. Heke na bila vekişin ji ber me em li karê xwe binêrin. Ev nîşaneya wê ye ku yên ji dîrokê ibret nestandine û ne layîqê mîrateya Bizansiyan e îro rabûne ewropiyan didin pişt xwe û li pey neheqî, bêhiqûqî û korsantiyê digerin.”

Erdogan herwiha gotiye, çavê wan ne li erd û serweriya ti kesî ye, lê ew dê ji yên ayîdê xwwe jî ti carî tawîzê nedin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin