Serokê Esqofiyê Ebresî yê Kildanî: Biryara navçekirina Enkawa biryareke stratejîk û girîng e

Serokê Esqofiyê Ebresî yê Kildanî: Biryara navçekirina Enkawa biryareke stratejîk û girîng e

PeyamaKurd – Serokê Esqofiyê Ebreşî yê Kildanî yê li Enkawa Metran Beşar Werde, ji bo navçekirina nahiya Enkawa pîrozbahî li Mesîhiyan kir û diyar kir; Enkawa melbenda herî mezin a niştecîbûn û kombûna malbatên Mesîhî ye li asta Rojhilata Navîn.

Metran Beşar Werde ji K24ê re daye zanîn: “Biryara navçekirina Enkawa biryareke stratejîk û girîng e ji bo Enkawa, ku dîrokeke wê ya demdirêj heye û pêwendiyeke wê ya bihêz ligel Hewlêrê ye û Enkawa di pêkvejiyanê de çîrokeke taybet e.”

Piştî rûxana rejîma Be'sê di sala 2003an de, li temamê bajar û deverên navîn û başûrê Iraqê, dema Mesîhî rûbirûyî tundiyê bûn, berê xwe dan Herêma Kurdistanê û beşek ji wan li Enkawa bi cih bûn.

Li ser vê mijarê Metran Beşar Werde eşkere kiriye: “Piştî 2003an dema li Iraqê welatiyên Mesîhî rûbirûyî kêşe û zilm û çewsandinê bûn, hatin Enkawayê û ev dever ji bo wan bû cihekî aram. Piştî 2014an û êrîşên DAIŞê, Enkawa zêdetirî 13 hezar awareyên Mesîhî hewandin.”

Werde destnîşan kiriye: “Enkawa li Rojhilata Navîn weke cihê herî mezin ê Mesîhiyan tê dîtin. Em spasiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê dikin ji bo vê biryara stratejîk. Hikûmera Herêma Kurdistanê bi awayekî berdewam piştevaniya Mesîhiyên li Enkawayê kiriye.”

Herwiha diyar kiriye: “Mesîhî weke pêkhateyek di demên berê de rûbirûyî asteng û çewisandinê bûne, li hember vê, Herêma Kurdistanê pêşwazî li malbatên Mesîhî kirine, derfet dane wan ku malbatên Mesîhî vegerin cih û warên xwe, ev şaristanî û kultur û hizr li vê herêmê heye. Her dem gundekî Mesîhiyan hebûye û li cem wî gundekî Kurdan hebûye û bi hev re jiyane û pêwendiyeke gelek baş û kûr a dîrokî û gelek mezin di navbera her du aliyan de heye û civaka Kurdistanê gelek mezin e.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin