PeyamaKurd - Hat ragihandin ku îro 3yê Kanûnê parlementerekî Iraqê ji ber nexweşiya vîrusa Koronayê wefat kiriye.
Li gorî ragihandina medya Iraqê parlementerê Iraqê yê bi ser Tevgera Hîkmê, Elî Ebudî ji ber nexweşiya Covid-19 jiyana xwe ji dest daye.
Li aliyê din Fraksiyona El Hekîm a li Parlementoya Iraqê di peyameke sersaxiyê de mirina Elî Ebûdî piştrast kir ku endamê wan ji koronayê miriye.
24ê meha Mijdarê jî parlementerê Iraqê Husên El Zehîrî û berî wî jî parlementer Xeyda Kembiş ji ber vîrûsa koronayê koça dawî kiribûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin