PeyamaKurd – Li ser danûstandinên Kurdî-Kurdî de, Endamê Komîteya Navendî ya PDK-Sê axivî û got, gereke nû ya danûstandinan di navbera aliyên Kurdî de dê dest pê bike û tekez dike, “Wek ENKS, em dê hemû hewla xwe bidin ku rêkeftina Kurdî biçe serî.”
Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistanê-Sûriye (PDK-S) Hesen Remzî diyar kir, aliyên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê dê dest bi gereke nû ya diyaloga Kurdî-Kurdî bikin.
Hesen Remzî destnîşan kir, ew di derbarê mijarên weke rêkeftinên siyasî û sîstema Rêveberiyê de gihiştinê rêkeftinê.
Herwiha Hesen Remzî da zanîn, ku mijarên li pêş wan mane, weke girêbesta civakî û vegera Pêşmergeyên Roj in û ew ê van her du babetan bi berpirsên Rêveberiya Xweser ve gotûbêj bikin.
Li gor Endamê Komîteya Navendî ya PDK-Sê diyar dike, ew dê “xalên leşkerî û çawaniya anîna Pêşmergên Roj, leşkeriya neçar, girtina siyasetmedaran” gotûbêj bikin.
Herwiha Remzî dibêje, “Rêkeftineke Kurdî dema pêk hat dê bibe jîngeheke guncaw ji bo rewşa deverê bi temamî û dê seqamgirî û aramiyekê bîne.
Di berdewamiya axaftina xwe de Hesen Remzî destnîşan dike, rêkeftina aliyên Kurdî “dê aştî û pêkvejiyanê di navbera pêkhateyên deverê de pêk bîne, ji ber wê yekê wek ENKS, em dê hemû hewla xwe bidin ku rêkeftin biçe serî.”
Endama Şanda PYNKê bo danûstandinên ligel ENKSê Asya Ebdullah beriya niha dabû zanîn, ji ber ku aliyê sêyem Amerîka ye û ji bo civînan ne amade ye, navber ketiye nava danûstandinan, lê tekez kir, di dema bê de wê danûstandinên wan berdewam bin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin