PeyamaKurd – Li herêma Şabela Jêrîn a welatê Somaliyê bi wesayîtên bombebarkirî êrîşî ser bargeheke leşkerî hat kirin ku di encama teqînê de 50 leşkeran jiyana xwe ji dest da.
Hat ragihandin ku êrîş ji aliyê rêxistina girêdayî El Qaîdeyê Eş-Şebabê ve hatiye kirin ku rêxistinê berpirsiya xwe bo wê êrîşê ragihandiye.
Êrîşa întiharî 70 km nêzîkî paytext Mogadîşuyê pêk hatiye û li gorî ragihandina rêxistina Eş-Şebabê 50 leşker hatine kuştin û 2 milîtanên wan jî mirine.
Rêxistina Eş-Şebab sala 2011an ji Mogadîşuyê hatibû derxistin, lê dîsa jî êrîşên xwe yên bi awayê întiharî encam dide ku hîn jî hêremeke mezin li Somaliyê kontrol dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin