PeyamaKurd- Li Başûrê Kurdistanê di navbera bajarê Silêmaniyê û Taslûceyê de erebeya taybet ji kontrola ajotvan derket û li dîreka elektrîkê ket. Rêvebirê trafîkê yê Silêmaniyê Ferîdûn Omer bo Rûdawê ragihandiye ku di ereba taybet de 8 kes hebûne û ajotvana erebê jin bûye. Di qezayê de 4 zarokên ku temenên wan 5, 8, 9 û 15 bûne can dane. 2 jin û 2 zarokên din bi temamî 4 kes birîndar bûne.
Di qezayê de kesên can dan, nenazeyên wan birine morga nexweşxaneya Silêmaniyê ya Tib a Edlî.
Li gor rêjeyên Herêma Kurdistanê di 10 salên dawiyê de 38 hezar û 541 qeza çêbûne. Di qezayan de 6 hezar û 724 kes can dane û 79.811 kes birîndar bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin