PeyamaKurd- Di hilbijartinên giştî yên 21ê Gulanê yên li Yunanîstanê de tê payîn ku tu partî bi tena serê xwe neyê ser desthilatdariyê.
Di rapirsiyan de partiya desthilatdar Demokrasiya Nû di rêza yekem de; opozîsyona sereke SYRIZA duyemîn û oposîzyona tifaqa PASOK-KINAL di rêza sêyemîn de ye.
Tê pêşbînîkirin ku eleqeya ji bo hilbijartinên giştî kêm bimîne. Di hilbijartinên giştî yên sala 2019an de ku desthilatdarî ji SYRIZA derbasî Demokrasiya Nû bû, rêjeya beşdariyê ji % 57,7 bû.
Kesên ku dê beşdarî hilbijartinên giştî yên 21ê Gulanê yên li Yunanîstanê bibin, bi biryara Dadgeha Bilind a Yunanîstanê (Arios Pagos) a di 2yê Gulanê de hatin diyarkirin.
Bi qebûlkirina Dadgeha Bilind re ji 50 serlêdanan 36 ji bo beşdarî hilbijartinên giştî yên 21ê Gulanê bibin, 27 partiyên siyasî, 8 tifaq û namzedekî serbixwe beşdarî hilbijartinê bibin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin